Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşeke din jî cinayet û komkujiyên rêjîma Îranê eşkere bûn

12:18 - 22 Kanûna Paşîn 2026

Pêka daxuyaniya Pizîşkên derveyî Îranê ku nûçegiyaniya mafên Mirovî ya “HRANA”yê belav kiriye, hejmarek ji birîndaran piştî çareserkirina pizîşkî canê xwe ji dest dane û hejmarek ji wan jî bê çareserkirina pizîşkî ji nexweşxaneyan derxistine û pêka vê raporê, beşek ji termên kuştiyan alavên pizîşkî pêve bûne ku didin xuya li dema çaresrkirina birînan de hatine kuştin û beşek ji wan jî bê piştrastkirina nexweşxanê bi kuştî hatine hisêb û ji nexweşxanê derxistine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku li ser termên wan kuştiyan şûnwarên çareserrkirina pizîşkî, niştergeriyên vekirî, şûnwarên madên kîmiyayî û şewata gelek tund li ser laşê wan bûne.

Herwisa beşek ji kadrên dermanî belav kirine ku hêzên rêjîmê teqe bi serî, gevrî û dilê xwenîşanderan kirine û %90 a birîndarên gulleyên saşmeyî teqe bi çavên wan bûne ku hewcehî bi derxistina lezgîn a çavên wan hebûye.

Pêka hinek raporên nefermî, çendîn malbatan ji bajarên wek Têhran, Erak û Îsfehanê de dane zanîn ku beşek ji kesên ku bi kuştî hatine hisêb û hatine binaxkirinê, zindî bûne û bizivîn e û hinek ji wan nîşaneyên zindîbûn ên wek nefeskêşanê hebûne an li ser hişê xwe nebûne ku bi saxî hatine binaxkirin.