Piştî evê ku Amerîka bi êrîşkirina bo ser Vênzoêlayê û girtina Nîkolas Madoro û jina wî, Deshilatdarên Amerîka ragihandin ku ev dê weke tawanbarekê li Amerîkayê de bête dadgehîkirin.
Li vê derheqê de “Dêlsî Rodrîgêz”, Cihgira serkomarê Vênêzoêlayê girtina Madoro piştrast kir û da zanîn ku ti zanyariyek li derheq cihê ragirtina “Nîkolas Madoro û Sîliya Florês a hevjîna Madoro”, nînin.
Wezîrê Berevaniya Vênêzoêlayî jî ragihand ku Vênzoêla teslîmî Amerîkayê nabe û dê bi berxwedana xwe şikestê bide Amerîka, çen demjimêran piştî wan gefan, hate ragihandin ku wezîrê berevaniyan Vênzoêlayê hate kuştin.
Hevdem digel girtina Madaro li nava cihê xewê de, Amerîka dehan navend û cihên stratêjîk yên Vênzoêlayê bombebaran kirin.
Piştî wan bûyeran xelkê Vênzoêlayê bo derbirîna keyfxweşiya xwe, ji girtina wî dîktatorî, rijiyane ser şeqaman û li piraniya bajaran de, hêma û wêneyên rêjîma dîktator anîne xwarê û şewitandin.
Madaro li heyamê 12 sal deshilata xwe a dîktatorî de, bi hezaran xelkê nerazî yê wî welatî kuştine, bi sedema dîktatoriya wî rewşa jiyan û abûriya xelkê gelek xirab bû, û Madaro yêk ji hevalbendên stratêjîk yê rêjîma dîktator a Komara Îslamiya Îranê bû.