80 sal berê, agirê azadiyê ku ji hêla Qazî Mihemed û hevalên wî ve li Mehabadê, li meydana Çarçirayê pêxistibû, her perçeyek Kurdistanê îlham dike û têkoşîna vê jî heya îro berdewam dike.
Ew rêbaz û têkoşîn dê berdewam bike heta ku gelê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe.
Têkoşîna bênavber û bi rûmet a ku partiya we li Rojhilatê Kurdistanê ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên Kurdistanê dimeşîne, bê guman dê bi ser bikeve, û Kurdistan dê rojekê azad bibe.
Li ser navê HAK-PARê, em birayên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin.
Em di yadê salvegera we ya ji bo 80 saliya îlankirina Komara Kurdistanê de serkeftinê ji we re dixwazin.
23ê Çileya 2026an
Partiya Maf û Azadiyan
Serokê Giştî
Düzgün KAPLAN