Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê bi fermî bersiva nûnerê Hizba Dêmokrat li wî welatî de da

11:27 - 24 Kanûna Paşîn 2026

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê bi fermî, bersiva “Rizgar Alanî”, nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Birîtaniyayê li derheq dawî xwenîşandanên seranserî li Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi wî awayî da:

“Me bi tevavî nigeraniyek kûr li ser tundûtîjiyên bi dijî xwenîşanderan heye û bi tundî kuştina xwenîşanderan şerezar dikin, Hewce ye xelkê Îranê bê tirs ji sizakirin û tolhildanê bikarin mafê xwe bi xwenîşandanên aşitîxwazane bi dest xwe ve bînin”.

Me daxzwaz ji hikûmeta Îranê kiriye ku bi lezgînî hêlên înternet û pêwendîgirtinê bo xelkê veke, hewce ye ku hikûmeta Îranê rêz li maf û azadiyên bingehîn ên xelkê bigre.

Hewce ye bo axaftin bi dijî desthilatarên Îranê bivêrî hebe bi taybet bo jinên ciwan, lê bo vê yekê ku dengê ve bê gihandin bi tenê bivêrî nîne û dibe rêyên din jî li ber xwe bigrin”.