Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê li ser rêjîma Îranê û ciyetkariyên vê, biryar da

11:29 - 24 Kanûna Paşîn 2026

Roberta Metsola, seroka Parlemana Ewropayê bi belavkirina peyamekê ragihand: “Parlemana Ewrpayê bi piraniya dengan, deng bi piştevanîkirin li armancên xelkê Îranê da û ji şeqamên Têhranê heta dilê Parlemana Ewropayê, ev peyamek rohn e, Îran dibe azad be, Îran dê bê azadkirin”.

Roberta Metsola li vê peyamê de ragihandiye ku Parlemana Ewropayê daxwaza karê yekalîker bo sekinandina tundûtîjî û dawîanîn bi tepeserkirina hovane û kuştina bi kom a neraziyên aşîtîxwaz, ji rêjîma Îranê kiriye.

Pêka gotina seroka Parlemanan Ewropayê, herwisa daxwaza sekinandina bidarvekirinan hatiye kirin û bi rêjîmê Îranê hatiye ragihandin ku dibe kuştina sîstematîk ku bo bêdengkirina dijberan bi kartîne, bisekinîne û tevaviya binçavkiriyan û hemû xwenîşanderan û girtiyên siyasî azad bike.

Yekîtiya Ewrpayê, daxwaza dadgehîkirina biker, birêveber û fermanderên wan reftarên hov ên rêjîma Îranê û herwisa bi terorîstnaskirina spaha pasdaran û binçavkirina berpirsên vê û derxistina hemû dîplomatên rêjîmê li welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê kirine.

Ev biryarname li Parlemana Ewropayê de hatiye pejirandin û bo cîbicîkirinê dê biçe serokatiya yêkitiya Ewropa.