Piştî belavbûna çendîn girtevîdyên ku ji cinayetên rêjîma Îranê, hatine belavkirin ku hêzên rêjîmê bi çeqû û qemeyan bi serê xwenîşanderan didin û piştî kutan û derbe bi serûçavên wan, binçav dikin ku qedera wan nexuya ye.
Herwisa li bajarê Qurwê li parêzgeha Sinê de hêzên hov ên dijî mirove rêjîmê, li mewdaya nêzîk ve teqe bi serûçavên zarokekî temen 11 salî kirine ku bi egera gelek zêde çavên wî kor bibin û ya herî dijwar eve ku wî zarokî bo parastina xwe destê xwe li hember xwe girtiye ku bi dehan saçme jî bi destê wî kevtine.
Ji aliyê din ve û pêka girte vîdyoyên belavbûyî, hêzên hov ên rêjîmê li ser şeqaman li nav birîndaran de digerîn û teqaya dawînanîn bi jiyanê bi serê wan didin û li girtevîdyoyekê de tê dîtin ku regbarek bi serê birîndarekî didin.
Pêka wan girte vîdyoyan, hêzên hov ên rêjîmê li pişta maşînên serbazî de bi çekên şer, gulle bi ser xelkê de reşandine.
Li rastiyê de ev mînakek ji hezaran cinayetên rêjîmê ye û bi hezaran cinayetên wiha dijî mirovahiyê kirine ku bi derbasbûna demê dê hêj eşkere bibin.