Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê daxwaz ji dewleta Bolîviyê kiriye ku sîxurên rêjîma Îranê ji welatê xwe derbixe

10:15 - 25 Kanûna Paşîn 2026

Pêka rapora Reutersê, Amerîka mijûlê bandorxistin bi ser dewleta nû ya Bolîviyê ye ku kesên cihê şik û goman li sîxurîkirina bo rêjîma Îranê, ji axa xwe derbixe û herwisa spaha pasdaran jî bi fermî bi terorîst nas bike.

Herwisa li rapora Reutrsê de hatiye Ku Amerîka daxwaz ji dewleta nû ya Bolîviyê kiriye ku Hizbullaha Lubnan û Hemasê jî bi terorîst nas bike ku ev milîsên ser bi rêjîma Îranê ne.

Pêka vê raporê dewleta nû ya Vênêzoêlayê jî hevşêweyê dewleta Bolîviyê, li ser daxwaziya Amerîkayê dixwaze hevkariyên aborî û ewlehiya Karakasê digel rêjîma Îranê qut bike.

Rêjîma Îranê bi hegera siyaset û kiryarên xwe yên çepel û dijîmirovane, wek desttêverdan li karê welatan, çêkirina fitne û aloziyan, cehd bo kiryarên terorîstî, û herwisa li navxweya Îranê de jî cinayet û tepeseriya ku bi dijî xelkê Îranê dike, ji aliyê welatan û li astê cîhanê de, terîk û tenê dimîne.