Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê li fikra revîn ji Îranê ne

11:20 - 4 Kanûna Paşîn 2026

Tom Togandhat, Wezîrê Berê yê Ewlehiya Birîtaniya û nûnerê niha yê Parlemana Birîtaniyayê bi belavkirina peyamekê bi zimanê Farsî nivîsandiye: “Hejmarek ji berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bo garantîkirina ewlehiya canê xwe piştî herifîna rêjîma Îranê, mijûlê danûstandin û pêywendî digel dezgehên ewlehî yên welatên din de ne û zanyariyên hestiyar didin wan”.

Herwisa navbirî li vê peyamê de nivîsandiye : “Dema ku ew berpirsên payebilind dibînin piraniya kesên nêzî rêjîmê bo revînê xwe amade dikin, li asta serî ya rêjîmê de şik û guman û bêbawerî zêde dibe, lê ev şik û guman wan rizgar nake, çimkî pitira wan berpirsên payebilind, her bi xwe jî li pey rêya revîn ji Îranê ne”.

Axaftinên wî berpirsê Birîtaniyayê li halekê de ye ku Elî Xamineyî ferman daye berpirsên ewlehî û serbaziyên rêjîmê ku li hember xelkê bi tundî bisekinin, li halekê de xwe li hizra revînê de ne hêzên xwe bo kuştina xelkê dişînin.

Gorî zaniyariyan Xamineyî û malbata xwe bo xwe weşartinê wê carê ji Tehranê çone derdora Meşhedê.