Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha pastaran a terorîts li Birîtaniya de kanalekî Televîzyonî he ye

10:41 - 25 Kanûna Paşîn 2026

Rojnameya “Dêylî Têlêgraf” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku karnasan huşdarî dane Wezîrên dewleta Birîtaniyayê ku kanala têlêvîzyoniya “El-loi loi TV” ku li Birîtaniyayê de ye, taya propagandayên spaha pasdaran a terorîst û beşek ji nifûza nihênî ya vê rêjîmê ye û dibe bê daxistin.

Pêka vê raporê, Can Vûdkak, berpirsê berê yê Rawestan li hember Tundajoyî li Birîtaniyayê, gotiye: “Naveroka tundajo û bi egera tawankariyan ku li torên civakî yên El-loi loi” de belav dibin, didin xuya ku dibe bi lezgînî, derfetnameya karên wan ji aliyê Birîtaniya ve bête hilveşîn.

Pêka vê raporê, torên civakî yên vê kanala têlêvîzyonî, bi awayekî berdewam, propagandayê bo fermandeyên Hemas û Hizbullahê dike û Qasim Silêmanî yê terorîstê navnetewî bi şehîd binav dike û axaftinên Elî Xamineyê belav dike.