Piramîla Paten, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên tundûtîjiya zayendî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku pêka çendîn raporên li ber destê wan, rêjîma Îranê li pêvajoya tepeserkirina neraziyan û binçavkirinan de, tundûtîjiya zayendî kirine û ev yek weke cinayet tê hisêb û bi ti awayek û li ti rewşekê de, nayê qebûlkirin.
Herwisa Piramîla Paten ev yeka jî ragihand ku tundûtîjî li hember neraziyan, li dema binçavkirinan û gefxwarin li neraziyan hatine kirin.
Navbirî daxwaza hinek rêkarên rêgirîker ên rohn û encamdana lêkolînên lezgîn, serbixwe û rohn li derheq wan mijaran de kiriye û pêdegirî bi ser parastina malbatên qurbaniyan li hember her cure tolhildan û destpêregihîştinên bê cudatî bi xizmetguzariyên pizîşkî, saykolojîkî û piştevaniya hiqûqî kiriye.