Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta cinayetên rêjîmê bi belavbûna Vîdeoyên ku çawan xwenîşanderan dikujin, xuya dibe

10:55 - 25 Kanûna Paşîn 2026

Hêzên hov ên rêjîmê bi fermana Elî Xamnineyê, li ser şeqaman, li nav malan û heta li nexweşxaneyan de teqe li serhildêran kirine û heta li ser textê nexweşxanê gulê xelasê li serê birîndaran dane û ev kiryarên hov, bi tenê beşek gelek biçûk ji hovitiyên rêjîmê û encamdana cinayet dijî mirovahiyê û qirkirina xelkê medenî ne.

Binêrin li Ferdîs a Kerecê de bi gulleyên şer li mewdaya nêzîk ve teqî bi serê xwenîşanderan dikin û li bajarê Têhranê de keçek birîndare li halekê de çareseriya pizîşkî bo hatiyekirin li ser textê nexweşxanê teqe bi serê vê hatiye kirin û li ser şeqaman bi çekên wek doşke teqe bi serê xwenîşanderan hatine kirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de rewş hêj gelek dijwartir e û bi hezaran termê şehîdan ku bi hovitî komkuj kirine li sarxaneyan de komî ser hev kirine û beşek ji wan gulleya dawî bi serê wan dane ku xuya ye bi birîndarî teqe li serê wan kirine û bi armanca îşkencekiriya hundîrî ya malbatan, zanyariyên li ser zarokên wan belav nakin û piraniya wan malbatan nizanin ku zarokên wan zindî ne an ne.