Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji dîplomatên Îranê li welatên Ewropayê bi nihênî pirsyara mercên penaberiyê dikin

10:56 - 25 Kanûna Paşîn 2026

Hîllêl Nûyêr, parêzerê navnetwî û berpirsê Birêveberiya Çavdêriya Saziya Netewên Yekgirtî, bi belavkirina raporekê da zanîn ku pêka zanyariyên ku li ber destin, rewşeke alozî li navbera dîplomatên rêjîma Îranê li welatê Ewropayê de çê bûye û berfirehtir bûye.

Pêka gotina wî çavdêrê Saziya Netewên Yekgirtî, li wan rojên dawiyê de çendîn nûnerên fermî yên rêjîma îslamiya Îranê bi awayekî nihênî, digel berpirsên wan welatên ku têde hatine erkdarkirin, pêywendî girtine û bo daxwaziya penaberî an dana zanyariyan li derheq mercên wan welatan bo penaberiyê, pirsyar kirine.

Pêka bûyerên ku li Rojhilata Navên de hatine pêş, berpirsên rêjîmê jî gihîştine vê baweriyê ku egera herifîna rêjîma wan gelek zêde bûye, lewra heryêk li fikra xwe xelaskirin û revê de ye.