Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin

11:02 - 25 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya huşdarîdanên welatan bi xelkê xwe bo xweparastin ji serdana Îranê û herwisa ragirtina balafirên xwe li çon bo Îranê û derbasbûn ji esmanê Îranê, dewleta Rûsiyê huşdarî bi xelkê xwe daye ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin.

Herwisa şirketa rêvîngiya esmanî ya “KLM” a Holendê, hemû firînên xwe bo Îran, Îsraîl, Erebistan û Îmaratê heta agehdarkirina bê, ragirtine.

Herwisa şirketên rêvîngiyên esmanê yên “Air France” û “Loft Hanza” a Alman firênên balafirên xwe bo îsraîlê ragirtine û pêştir jî bo Îranê ragirtibûn û British Airways jî firîna balafirên xwe bo Dobeyê bo rojekê ragirtine.

Herwisa Jason Brodsky li peyameke li tora civakiya “X” de îşare bi serdana Serokê CENTCOM”ê bi îsraîl û sekinandina hejmarek ji firînan bi Îsraîl û deverê kiriye.

ev yeka li halekê de ye ku barafira P-8a Posaydon a Hêza Esmaniya Amerîkayê li qiraxavên Îranê de dor lêdaye û Îsraîlê jî belav kiriye ku Amerîka dê êrîşê bike ser rêjêma Îranê û wezêrê derve yê Tirkiyê jî belav kiriye ku pêka hinek nîşaneyan, Îsraîl mijûlê lêkolînan bo êrîşkirina bi ser rêjîma Îranê ye.