Roja Şemî 24ê Kanûna Paşîn, bi amadebûna hejmarek ji endamên rêberatiya Hizba Dêmokrat û Nûnerên Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwisa rêzdar “Seidî Ehmed Pîre” endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Omêd Xoşnav Parêzgarê Hewlêrê, rêûresmek bo bilindragirtina yada 80 saliya avakirina Komara Kurdistanê bi rê ve ço.
Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurdistanê, dest pêkir.
Rêzdar Şemal Terxîbî, pêşkêşkarê rêûresmê, li ser navê Heyeta birêveberî ya rêûresma 2ê Rêbendanê, xêrhatin li beşdarbûyan kir.
Li beşa din de peyama Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê rêzdar “Mistefa Mewlûdî, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hate pêşkêşkirin.
Piştre sirûdek li jêr navê “Nîgay Awdanî Welat” ya helbeststvan “Rabûn Rojhilat” ji aliyê kora huneriya Hizbê ve hate pêşkêşkirin.
Beşa din bo belavkirina belgefîlmeke Komra Kurdistanê hatibû diyarîkirin û piştre rêzdar “Mihemedriza Seyfî Qazî”, neviyê Pêşewa Qazî, gotarek pêşkêş kir.
Sirûda “Ta Be key” ya berhema şehîd “Ehmed Qazî” ji aliyê hunermendê ciwan rêzdar “Rêbwar Hesenî” ve hate pêşkêşkirin û peyama rêkxiravên medenî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê xatûn “Bane Ezîzî”, Cihgira Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Piştre sirûda “Ger Çî Zistan Bû” ya berhema şehîd “Ehmed Qazî” ji aliyê kora hunerî ve hate pêşkêşkirin.
Li dawiyê de peyamên pîrozbahî yên ji aliyê “Yekîtiya Niştinanî ya Kurdistanî, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Rencderên Kurdistanê, serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê, Yekîtiya Netewiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê ve hatine xwendin ku destiyên gulan jî pêşkêş kiribûn.