Li pêvajoya xwenîşandanên seraserî, hêzên hov ên rêjîmê li parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê, de zêdetir ji 81 zarok binçav kirine ku 70 zarok bo girtîgeha îslah û terbiyet a rêjîmê li bajarê Yasûcê hatine veguhastin û 11 zarok hêj li îşkencegehên îtilaata rêjîmê de mane.
Heta belavbûna vê raporê, ti zanyariyek li derheq rewşa tenduristiya wan zarokan bi taybet yên ku li îşkencegehên îtilaata rêjîmê de mane, li ber dest nîne.
Pêka rapora “HRANA” yê zêdetir ji 200 kes jî li bajarê Qumê de hatine girtin.