Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li derheq egera hatineserkar a kabîneyeke hevalî digel rêjîma Îranê li Îraqê huşdarî da

12:21 - 26 Kanûna Paşîn 2026

Marco Robio, Wezîrê derve yê Amerîkayê li hevpeyvîneke têlêfonî de digel “Mihemed Şiya`i El-Sûdanî” Serokwezîrê Îraqê hivîdariya xwe li derheq kabîneya bê ya Îraqê da xuya ku bibe hêzek bo “aramî, geşekirin û ewlehî li Rojhilta Navîn” û bo vê yekê, bixebite.

herwisa Marco Robio tekezî kiriye, kabîneyek ku li jêr kontrola rêjîma Îranê de be, nikare berjewendiyên Îraqê li pileya yekem de dabinê û Îraqê ji şerên deverî bi dûr rabigre an hevpeymaniya li ser binyata berjewendiya 2 alî ya Amerîka û Îraqê de bi hêz bike.

Pêka gotina hinek çavkaniyên siyasî yên Îraqê, sedema vê huşdarîdanê, Nûrî Malikî ye ku egera vê heye wek serokwezîrê Îraqê bê ser kar ku pêştir girêdana xwe bi rêjma Îranê dabû selimandin û Amerîka wî bi kesayetiyek erênî û serbixwe nas nake.