Rêkxirava Mafên Mirovî ya Îranê, îşare bi pêleke nû ya tepeserî û binçavkirina tundûtîj a wan kesan kirine ku li çaserkirina birînên birîndaran li xwenîşandanan de kirine û ragihandiye ku hêzên tepeserker êrîşê bo ser mal û kilînîkan, pizîşkan û xelkê xwebexş dikin û dest bi ser tiştên wan de digrin.
Herwisa vê rêkxiravê daye zanîn ku rêjîma Îranê bi armanca tirsandin û rêgirîkirin li çaserkirina birînên xwenîşanderên birîndar, êrîş kirine ser navendên dermanî û pizîşkên wan navendan girtine.
Pêka vê raporê, hêzên rêjîmê heta pizîşkekî taybet bi pêst û pirçê li bajarê Erdebîlê de binçavkirine ku hevkariya birîndaran kiriye.
Hêzên hov ên rêjîmê tevî gefxwarin û binçavkirina hejmarek ji pêzîşkan ragihandine ku nabe çarseriya pizîşkê bo birîndaran bikin û bilezgînî birîndaran bi wan bidin nasandin.