Pêka rapora “New York Times”ê li 5ê Rêbendana 1404 a rojî, Elî Xamineyî li 20ê Befranbarê de bi şêwreya bilind a ewelehiya rêjîmê ferman daye ku nerizayetiyên seranserî bi her şêwaz û alaveke hewce tepeser bikin.
Herwisa pêka gotina 2 berpirsên payebilind ên rêjîmê, bi hêzên serbazî yên rêjîmê ferman hatiye dan ku bêrehmane û bi armanca kuştinê, bi awayê rasterast teqê li xelkê bikin.
Piştî vê fermanan Xamineyî, amara kuştiyan gelek zêde bûye û hinek raporên belavbûyî yên nefermî de îşare bi kuştina zêdetir ji 30 hezar kesî li rojên 18 û 19ê Befranbarê de hatiye kirin.