Li pêvajoya piştevanîkirin li serhildan û berxwedana gelê Kurd li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li çendîn welatên cîhanê de xwenîşandanên berfireh bi rê ve çone ku beşek ji wan ev in:
Li bajarê Sîdnî li Ustarliya, bajarê Parîs li Firanse, bajarên “Lenden, Lîdz û Bornmos” li Birîtaniyayê, bajarê Lînşopîng li Swêdê, bajarê Arhûs li Danmarkê, bajarê Hilsînkî li Fînlendê, li bajarê Gilasko li Skatlendê, welatê Bulxaristanê, li bajarên “ Silêmanî û Kerkûk” li Başûrê Kurdistanê û bajarê Koln li Alman, xwenîşandanên berfireh bi rê ve çone.
Beşdariya hezaran kesî ya li wan bajaran û herwisa 10an hezar kesî li bajarên Başûrê Kurdistanê, yekîtiya gelê Kurd gelek zêdetir ji berê da xuya û hewcehiya yekîtî, vekhevî û yekrêziya li navbera Kurdan li 4 aliyên Kurdistanê wek hewcehiyek hestiyar û startejîk careke din da xuya û bi cîhanê da selimandin ku Kurd li her cihek, piştevanê gelê xwe li her beşeke Kurdistanê ye.