NetBlocks, Navenda Çavdêrê Azadiya Înternetê li dawî rapora xwe ya li 26ê Kanûna Paşîn de ragihand ku qutbûna seranserî ya înternet li Îranê kevte 18emîn roja xwe û herwisa rêjîma Îranê, aliyên tepeserkirina bi xwîn a xelkê medenî li Îranê perdepoş dike.
Herwisa NetBlocksê ragihandiye ku rêjîmê bi daxistina zêdetir a delîvên fîlterîngê, hewlê dide rêyên dorlêdana înternetê sînordartir bike û ev yek li halekê de ye ku akawntên hikûmî yên rêjîmê, mijûlê belavkirina propaganda û raporên fermî yên rêjîmê ne.
Pêştir jî li derheq sîmkartên sipî yên ku rêjîma Îranê bi karbidestên xwe dabûn ku bi rêya înterneta bêsînor a wan sîmkartan, propaganda û nûçeyên çewt û sexte yên rêjêmê bi armanca xeletandin û berwajîkirin û perdepûoşkirina rastiyan bi kar bînin.