Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezlûm Ebdî ragihand ku daxwaz ji hêzên Sûriyê kiriye ku neçine nav bajarê Kobanê

11:16 - 27 Kanûna Paşîn 2026

Mezlûm Kobanê fernadeyê hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku pêka lihevkirina digel dewleta Şamê bi navbendçîtiya Amerîkayê, gotiye Şamê ku nabe hêz û çekdarên Sûriyê herin nav bajarê Kobanê û êrîşên ku bo ser Kobanê hatine kirin yêk bi dû yêkê de têne şikandin û yên mayî jî dê rastî şikestê bibin.

Herwisa Mezlûm Kobanê bi tekezî ragihand ku ev dê bi hemî hêza xwe li hember êrîşên bo ser Kobanê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê bisekinin.

Di wan çend rojên dawî de çendîn caran agirbest hatiye ragihandin, lê çekdar û çeteyên alîgirê Ehme Şeriê agirbest şikandine û berdewam bûne li ser êrîş û topbarankirina gund û bajarên Kurdan.

Roja derbasbûyî bavê Ehmed Colanî bi belavkirina Vîdeo yekê, daxwaz ji Colaniyê kurê xwe kiribû ku, agirbestê ranegehîne û berdewam bin li ser êrîş û jinavbirina Kurdan.

Bavê Colanî bi nêrînekî şiwinîstî û faşîstane, gotiye agirbest nikare zaminê parastina yêkparçeyî ya xaka Sûriyê be, tenê êrîş û jinavbirina bergiriya Kurdan dikare Sûriyê biparêze.

Şer li çendên deverên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e, welatiyên Kurd ên beşên din ên Kurdistanê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî alîkariyê didin hêzên Kurdan û li şer de beşdar in û li hemû êrîşan de şikst dane hêzên Sûriyê.

Herwisa li dehan welatên cîhanê de ev çendîn roj e xwenîşandanên girseyî bo piştgîrî û gihandina dengê Rojavayê Kurdistanê bi guhê civatgeha cîhanî berdewamin.