Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karnasên borî huşdarî dane ku nirxa Dolar li Îranê dê ji 220 hezarî Tumenî jî derbas bibe

11:17 - 27 Kanûna Paşîn 2026

Pêka dawî raporên aborî, nirxa Dolar ji 149 hezar Tumenî jî debas bûye û tevî ku hinek kêm û zêdetir dibe lê bi berçavgirtina rewşa niha ya Îranê, karnasên aborî huşdarî dane ku nirxa Dolar dê ji 220 hezar tumenî jî derbas bibe.

Pêştir jî karnasan ragihandibûn ku dê nirxa Dolar heta 150 hezar tumenî bilind bibe ku pêşbîniya wan bi searst derkevt û nirxa Dolar gihîşte derdora 150 hezar Tumenî.

Pêka amarên belavbûyî, enflasiyona xal bi xal a xwarinan li bajaran de li heyva berfanbarê %88.6 bilind bûye û li gundan de jî ev bi %93.8 hatiye ragihandin.

Gorî rewşa tewerom û bihatî û bê qîmetbûna dirafê Îranê, nirxa hewcehiyan li bazarê de çendîn beranber zêde bûye û kêm kes û malbat hene ku bikarin bersivderê jiyana rojaneye xwe bin.