Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 10 kes û navendên li Îran û Vênêzoêlayê xistine nav lîstê dorpêçan

12:37 - 1 Kanûna Paşîn 2026

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê belav kiriye ku 10 kes û navendên li Îran û Vênêzoêlayê bi sedema rola wan li bernameya êrîşkarî, cebilxane û hevkarî li warê dironan û mûşekan de li lîstê dorpêçan de tomar kirine.

Li vê raporê de navê Mistefa Rostemî Sanî serokê birêveberiya şirketa Perdîsan, Riza Zarê`i pûrteqî endamê birêveberiya şirketa Perdîsan û delalekî din li lîstê vê dorpêçê de ne ku li dabînkirina madên hewce bo şewata hişik a mûşekan rol hebûne.

Herwisa şirketeke Vêzêzoêlayê ya bi navê “Empresa Aeronautica Nacional SA” û serokê vê şirketê yê bi navê “Xozê Gonzalêz” jî li lîstê dorpêçan de têne dîtin ku li ticareta dironan li navbera rêjêma Îranê û Vênêzoêlayê de rol hebûne.