Piştî êrîşên hovaneyên rêjîmê bo ser xwenîşanderan, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û tevlîbûna dehan bajarên din bi wan xwenîşandanan, ev ji xwenîşandanên nerizayetiyê bi serîhildan bo herifandina rêjîmê guherî û Hizba Dêmokrat û çend hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza piştevanîkirina xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li wan xwenîşandanan bi armanca herifandina vê rêjîmê kirin.
Xwenîşandan berbi seranserîbûnê ve diçe û dehan Parêzgeh û bajarên mezin bi xwe ve girtine.
Li beşeke zêde ya wan bajaran de şer û levdan li navbera hêzên hov ên rêjîmê de qewimiye û hêzên rêjîmê bi armanca parêzvanî ji rêjîma dîktator, teqê ji xelkê dikin.
Dirûşmên bingehîn ên wan xwenîşandanan bimre dîktator, bime Xamineyê, bimre sitemger çi şah be, çi rehber, biherife rêjîma îslamî ne.
Bazarî, xwendekar û qatên cuda yên civakê tevlî wan xwenîşandanan dibin û armanc herifandina rêjîmê û dawîanîn bi hemû qeyranên çaresernekirî ye.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li parêzgehên îlam û Kirmaşanê û heta Luristanê, hêzên rêjîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê dikin û xelk jî bersiva wan didin û pêka hinek raporên nefermî, çendîn kes ji hêzên rêjîmê bi destê xelkê hatine kuştin an birîndarkirin û alavên wan serkutkeran dikevne destê xelkê.
Xwenîşandan kevtiye qonaxeke gelek tund û dijwartir û gelê Kurd dîsan li meydana xebat bo rizgariyê de ye û hevdem û hevpêngaw digel xelkê din ên Îranê li meydana xebata bo rizgariyê ye.