Pêka raporên belavbûyî, hejmarek ji xwenîşanderên binçavkirî li girtîgehên rêjîmê li bajarê Dilfan li parêzgeha Luristanê û bajarê Kamêran li parêzgeha Sinê de piştî binçavkirina wan, bêserûşûn bûne û ti zanyariyek li derheq qedera wan li ber dest nîne û xuya nîne ku bo çi cihekê hatine veguhastin û zindî mane an ne.
“Dengê Binçavkiriyan” ku nûçeyên mafên mirovî belav dike, navê çendîn kes ji wan welatiyên bêserûnbûyî wiha ragihandiye: “Salih Qasirpûr” bajarê Mûçişê ser bi bajarê Kamêranê, “Mihemed Ebdalî, Riza Davûdî, Ebulfezil Elewî, Arya Cewadî, Emîrhusên Nûrbexş, Nîma Cehanşahî, Someyê Sadiqê û Mîna Ezîzî” ku xelkê bajarê Nûrabadê ser bi bajarê Dilfanê ne û qedera wan bi tevavî bi nerohnî maye.
Herwisa sedan kes ji xwenîşanderan li bajarên Kirmaşan û Îlanê de hatine binçavkirin ku malbatên wan çi zaniyariyek li derheq qederan wan nîne û nîgeranê qedera girtiyên xwe ne.