Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma mirovkuj li xwenîşandanan de dehan Zarok kuştine

11:26 - 27 Kanûna Paşîn 2026

Teqe bi zarokan, yekek din ji wan cinayetên rêjîmê ye ku pêka hinek amaran zêdetir ji 60 zarok hatine kuştin û zêdetir ji Hezar Zarokan jî binçav kirine ku pareke zaf ji wan Zarokan bêserşûnin û amara girtin û kuştina Zarokan jialiyê çendîn saziyên mafê mirov ve hatiye pişraskirin û hatine tomarkirin û rêjeya serast a kuştiyan, dehan hezar kes e ku hêj bi serastî nehatine zanin.

Herwisa hêzên zarokkuj û dije mirove rêjîmê, pizîşk, perestar û kadrên dermanî li nexweşxaneyan û heta li malên wan de dikin armanca gulleyan û li parêzgehên wek Kirmaşan, Têhran û çendîn cihên din de ev cinayet hatine kirin û her berdewam e.

Herwisa li wan raporan de hatiye ragihandin ku hêzên rêjîmê, xelkê binçavkirî li mizgevtan de bi gullebarankirinê komkuj dike û piştre agir berdidne mizgevtan û vê dêxin stuyê xwenîşanderan.