Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Amerîka li Bêljîkê ragihand ku Amerîka piştevanî li ti kesek taybet nake

11:55 - 27 Kanûna Paşîn 2026

Roja Duşemî, 26ê Kanûna Duyem, “Bill White” Balyozê Amerîkayê li Bêljîkê peyamek belav kir û ragihand: Ew beşdarê rêûresma piştgiriya xelkê Îranê bûye û rêz ji kesên ku di xwenşandanan de hatine kuştinê girtiye.

Bill White, îşare bi hevdîtin digel dayikên sê xwenîşanderên hatinî kuştinê kir û got: Zarokên wan tenê ji ber ku ew bi aştiyane li ser şeqaman amade bûne, jiyana xwe ji dest dane.

Balyozê Amerîkayê tekez kir ku Amerîka piştgirîya daxwaza xelkê Îranê bo paşerojek baştir dike, lê li gorî Serokê Amerîkayê, ew bi taybetî piştgirîya ti kesayetî an rêberek taybetî di nav dijberên Komara Îslamî de nake, ku destnîşan bike an binasîne bo rêberiya Îrana piştî komara Îslamî, belku amerîka li ser vê baveriyê ye ku eva xelkê Îranê ye ku dibe hebxwe deshilat û birêveberiya welat diyar bike.