Roja Sêşemî 27ê Kanûna Paşîn, “Johann Wadephul” Wezîrê Derve yê Alman li derheq raporên hinek ragihandinan û herwisa li derheq nerzayetiyan li Îranê ragihand: “Ez bi rohnî û eşkere radigehînim ku rêjîmek bo mana xwe teqê li xelkê xwe bike, her cure rewatiyek ji dest daye”.
Herwisa navbirî peyva standarda 2 alî li derheq siyaseta Alman li hember rêjêma Îranê red kir û ragihand ku em dibînin hevgirtinek berfireh ji aliyê dewleta Alman digel xelkê Îranê heye.
Johann Wadephul ev yaka jî ragihand ku dewleta Alman li pey tomarkirina navê spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî ya Yekîtiya Ewropayê de ye û armanca me rohn e, cinayetên ku wan kirine, nabe bê sizakirin bimînin.