Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bi terorîstbinavkirina xwenîşanderan ji aliyê rêjîmê bi gotinek bêşermane binav kir

11:43 - 28 Kanûna Paşîn 2026

Wezareta Derve ya Amerîkayê li malpera xwe ya fermî de bi zimanê Farsî, axaftinên bêşrmaneyên Ebas Îraqçî wezîreê derve yê rêjîmê ku xwenîşandana li Îranê bi operasiyona terorîstî binav kiribû bertek ji xwe nîşan da û bi belkavkirina daxuyaniyekê ragihand ku îdiayên rêjîmê çewt û bê binyat in û hewla rêjîmê bo sansorkirina rastiyan û hewldan bo bi qurbanînîşandana rêjêma Îranê ye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye: “Bêşermiyek gelek zêdê dixwaze ku mirov Îraniyên aşitîxwaz bi terorîzmê tawanbar bike li halkê de rêjîm bo tepeserkirina xelkê dest avêtiye tundûtîjî û tirsandinê û hevdem piştevanî li terorîstên derveyî Îranê dike.

Li vê daxiyaniyê de hatiye ku xelkê Îranê li pêxema bidestveanîna mafên xwe, xwenîşandan kirine ku rastî tundîtîjî û tepeserkirênê hatine, ev tepesekirin li 47 salên derbasbûyî de berdewam bûye û dide xuya rêjîmê bi cihê guhdan bi daxwaziyên xelkê, alavên tundûtîjiyê bi kar anîne û nabe cîhan bi wan progandayên eşekere yên rêjîmê bê xapandin û em bi micidî li kêleka xelkê Îranê ne.