Pêka hink zanyariyên belavbûyî, tevaviya fermande û binkeyên bingehîn ên biryargehên spaha pasdaran a terorîst li seranserê Îranê de bi awayekî serbixwe ji hêlên pêwendîgirtina giştî, bi hev re pêwendî hene û ev jî bi rêya hêlên serbixwe yên fîbra nûrî hatiye dabînkirin û hêlên asayî yên pêwendîgirtinê bi kar nahînin û ev torên fîbra nûrî bi tevavî cuda ji torên giştî ne.
Pêka wan zanyariyan, ev sîstem bi awayekî nihênî û perdepoşkirî bê ku ti nîşaneyek teybet hebe bi hev re girêdayî ne û li dema qutbûna hêlên înternet û pêwendîgirtinên esmanî û asayî, berpirsên spaha pasdaran a terorîst wan hêlan bi kar tînin.
Pêka wan zanyariyên belavbûyî, ev hêlên pêwendîgirtinê ne bi tenê bo karûbarên serbazî, belku bo tepeserkirina xelkê jî têne bikaranîn ku li dema hewce de bê ku ti navendeke din a rêjîmê hay jê hebe an bikare wan kontrol bike, bi hev re pêwendiyên ewleh hebin.