Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hengaw: 17 kes di hefteya yekem a xwepêşandanan de hatine kuştin

11:30 - 4 Kanûna Paşîn 2026

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di hefteya yekem a xwepêşandanên Îranê, 17 kes hatine kuştin.

Nasnameya wan 17 welatiyên ku di xwepêşandanên dawî yên li bajarên Melekşa, Hemedan, Hersîn, Nûrabad, Kuyeşit, Azna, Lordegan, Foladşehr û Mervdeşt ên ser bi parêzgehên Kirmaşan , Lûristan, Hemedan, Fars, Îlam û Çahermehal de hatine kuştin, eşkere bûne.

Herwisa Hengawê ragihandiye ku medyayên rejîma Îranê jî kuştina du kesan li bajarê Qumê de ragihandiye, ku yek ji wan 17 salî ye, û nasnameya wan hêj nexuyaye.

Hatiye belavkirin ji 17 welatiyên ku hatine kuştin, herî kêm 9 ji wan Lor û 7 jî Kurd bûn, yek ji wan bavirmendê ola Yarsan bû, û hewelatiyekî Fars jî li Hemedanê hatiye kuştin.