Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê de bi lezgînî bilind dibe

15:33 - 28 Kanûna Paşîn 2026

Nirxa Dolar li bazarên Îranê de bi awyekî berçav û lezgîn bilind dibe û ji destpêka roja Çarşemî 28ê Kanûna Paşîn, heta demjimêrên nivro zêdetir ji 156 hezar û 500 Tumenî bilind bibû û xuya nîne ku bilindbûna nirxa Dolar bi vê lezgîniyê, heta çi astekê dê bilind bibe.

Pêştir karnasên aborî dabûne zanîn ku egera vê heye nirxa Dolar heta 220 hezar Tumenî bilind bibe û bi berçavgirtina rewşa tejî alozî li Îranê û sekinîna pitira herî zêde ya karên ticarî bi taybet pîşeyên înternetî û sekinîna bazaran û siyasetên şerxwazne û gendeliya sîstematîk a rêjîmê, xuya nîne ku aboriya Îranê heta çi astekê dê xirabtir bibe ku niha bi lezxgînî rû bi îflas û herifîna yekcarî ve diçe.