Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dirafê Îranê roj bi rojê bihayê xwe ji dest dide

11:13 - 29 Kanûna Paşîn 2026

Nirxa Dolar li bazarên Îranê de bi awyekî berçav û lezgîn bilind dibe û ji destpêka roja Çarşemî 28ê Kanûna Paşîn, heta demjimêrên nivro nirxa 1 Dolarê Amerîka geheşte 163 hezar Tumenî û xuya nîne ku bilindbûna nirxa Dolar bi vê lezgîniyê, heta çi astekê dê bilind bibe.

Pêştir karnasên aborî dabûne zanîn ku egera vê heye nirxa Dolar heta 220 hezar Tumenî bilind bibe û bi berçavgirtina rewşa tevlîhev li Îranê de û sekinîna piraniya herî zêde ya karên ticarî bi taybet pîşeyên înternetî û sekinîna bazaran û siyasetên şerxwazne û gendeliya sîstematîk a rêjîmê, xuya nîne ku aboriya Îranê heta çi astekê dê xirabtir bibe ku niha bi lezgînî rû bi îflas û herifîna yekcarî ve diçe.

Ev rewşa han ku bi hegera şiltaxiyî û siyasetên dujminkaranye rêjîma Axundan ve hatiye pêş, mixabin roj bi rojê bandorê dadinê ser jiyana xelkê û xelk li rewşekî wiha de êdî şiyana jiyanê nemane.