Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 170 hezar welatiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê aware bûn

11:16 - 29 Kanûna Paşîn 2026

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî anku “OCHA” li dawî rapora xwe de belav kiriye ku bi sedema şerê vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 170 hezar kes ji xelkê Kurd mal û warê xwe bi cî hêlane û aware û derbider bûne, û herwisa Saziya Netewên Yekgirtî li derheq rewşa mirovî li Kobanê de huşdarî daye û daye zanîn ku rewş gelek xirab e û xelk bi gelek zehmet dijî û bi sedema dorpêçê av, berq û înterneta wan hatiye qutkirin.

Herwisa Saziya Netwên Yekgirtî ragihandiye ku tîmên alîkarîdanên mirovî li hewldan bo gihandina alîkariyan berdewam in û karîne beşek ji hewcehiyên wek doşek, petû û alavên gerimkirinê bo derdora 45 hezar kesî dabîn bikin û bo zarokan jî karîne xwarin û hewcehiyan bo hezar û 500 zarokî dabîn bikin.

Gelek alîkarî bo xûşk û birayên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê xelk û rêkxirav û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiyê komkirin û hîna jî berdewame û heya niha sedan maşînên barhilgir ji wan alîkariyan geheştine Rojavayê Kurdistan.