Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên bi terorîstnakirina spaha pasdaran li Ewropayê devedevê erêkirinê ye

11:45 - 29 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya hewlên Yekîtiya Ewropayê û welatên endam li vê yekîtiyê, Larêns Normen a rojnamevana “Wall Street Journal” ragihand ku Yekîtiya Ewropayê, devedevê tomarkirina navê spaha psdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî ya Yekîtiya Ewropayê de ye.

Li vê derheqê de Mod Borîjon, berdevka dewleta Firansê ragihand ku bo terorîst naskirina spaha pasdaran ti hêlek sor nîne û niha danûstandin digel welatên din ên Ewropayê bo tomarkirina navê spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî, berdewam e.

Herwisa Antoniyo Tacanî, Wezîrê Navxwe yê Îtaliyayê jî ragihandibû ku dê hewlê bide spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî yên Yekîtiya Ewropayê de bê tomarkirin.

Hana Nêomen seroka Heyeta Pêywendî digel Îranê ya Parlemana Ewropayê ragihand ku Spaniya jî naskirina spaha pasdarn bi terorîst, erê kiriye.

Mijara bi terorîst naskirina spaha pastaran, li Parlemana Yekitiya Ewropayê de bi piraniya dengan hate erêkirin, û niha ev biryar bo cî bi cîkirinê dane şêwreya serokatiya Yekitiya Ewropa.