Rêjîma Îranê ku bi berdewamî îdiaya henbûna şiyana berevanîkirin li xwe dike careke din idia dike ku li çarçoveya gefên li ser xwe li egera encamdana operasiyonan bo guherîna rêjîmê ji aliyê Amerîkayê, dê hêzên Amerîka li deverê û Îsraîlê bike armanc û belavoka serbazî ya berevaniya Alman a bi navê “Defence Network” daye zanîn ku gelek nigeranê bikaranîna bomba gemar a bi navê “Radiological Dispersal Device” ji aliyê Îranê ve ye ku di cihê teqînê, madên metirsîdar ên radyo ektîv belav dike.
Herwisa vê belavoka Almanî ragihandiye tevî ku ti belgeyek li ser çêkirina bombek wiha ji aliyê rêjîma Îranê ve li ber dest nîne, lê teknolojî û madên hewce li ber destê rêjîmê hene. Ev bomb ku bi navê bombên gemar têne naskirin, bi cihê teqînê, bi rêya madên teqîn ên asayî de tê bikaranîn ku madên radyoektîv ên metirsîdar têde hatine bikaranin û armanca wan cure bomban, levitîna jîngehê ye.
Pêka vê raporê, rêjîma Îranê bi rêya navendên navkî yên meyandina Uranoyomê ên “Fordo û Netenz”ê û li bikaranîna beşa pizîşkî-pîşeyî, îzotop û pêkhateya Uraniyomê li ber dest hene.