Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîma Îranê li derheq gefên Amerîkayê û egera şer îdiyayên dijhev kirine

12:05 - 29 Kanûna Paşîn 2026

Kazim Xerîbabadî cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê îdia dike ku bijardeya yekem bo rêjîma Îranê berevanîkirin e û danûstandin digel Amerîkayê nîne” herwisa navbirî piştî vê îdiaya xwe, careke din gotiye ku danûstandin digel Amerîkayê bi watya kêmbûna egera şer nîne.

Ji aliyê din ve nûnerê rêjîmê li saziya netewên Yekgirtî de bervajiyê Îdiaya Kazîm Xerîbabadî gotiye ku rêjîma Îranê amadeyê danûstandinê ye, lê bi merca qazanca dualî.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku navganek gelek bihêz geheştiye ber tenişta Îranê û hekî rêjîma Îranê hemû pêşmercan erê neke û neyê ser maseya danûstandinê, êrîşa vê carê dê gelek tundtir ji operasiyona “Çekûçê nîvê şevê” li şerê 12 roje de be.

Ji aliyê din ve “Mike Pompeo” gotiye ku rêjîma dîktator a Îranê renge îdia bike daxwaza lihevkirinê heye, lê her lihevkirinek dibe sedema mana zêdetir a vê rêjîmê ku li binyatê de dijî ewlehiya deverê ye û ev rêjîmek nîne ku danûstandin digel bê kirin.