Li berdewamiya hewlên cîhanê dijî rêjîma Îranê, Amerîka û 40 welatên din bo cîbicîkirina biryarên Şêwreya Ewlehî dijî rêjîma Îranê kombûnek lidar xistin û hemû mijarên taybet bi sozên welatan li hember rêjîma Îranê yên endam li Saziya Netewên Yekgitî gengeşe kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi balkêşandin bi ser berdewamiya gefên rêjîma Îranê û tepesrkirina tundûtîjaneya neraziyan, pêdegiriyê dike ku Amerîka û hevpeymanên vê hewce ye cîbicîkirina berfireh a biryarnameyên Şêwreya Ewlehî û hewlên vê bo sînordarkirin a gefxwarinên rêjîma Îranê bi fermî nas bikin.
Pêştir rêberên Birîtaniya, Firanse û Alman, piştevaniya xwe li çalakkirina dubare ya hemû sizayên ji aliyê Saziya Netevên Yekgirtî bi dijî rêjîma Îranê û bernameya navkî ya rêjîmê bi gefa li ser asayîşa cîhanê binav kirin.
Sinatorê Amerîka Tedkruz jî daxwaz kir ku bila li hember rêjîma Îranê de, bila xelkê dijberî rêjîmê bêne çekdarkirin û tenê ev yêka dikare bibe sedemê sernixûniya Elî Xamineyî û rêjîma wî.