Piştî ku Donald Trump ragihand egera êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê heye, Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li civîna Senaya Amerîkayê de ragihand ku ti bersivek rohn bo roja piştî herifîna rêjîma Îranê nîne û xuya nîne ku ti kesek dê piştî Xamineyî dê rêberaiya Îranê bigre stuyê xwe.
Herwisa navbirî ragihand ku li navbera 30 heta 40 hezar kes ji hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de ne ku li mewdaya mûşekên rêjîma Îranê de ne û Serkomarê Amerîka hertim bijardeya êrşkirina pêşdestaneya berevanîkirinê bo xwe diparêze û cihgîrbûna hêzê li deverê de bo berteknîşandana lezgîn û li dema hewce de bo êrşkirina pêşdestane, bi armanca parastina hêzên Ameîka û hevpeymanên vê hatiye kirin.