Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reftara rêjîmê digel malbatên şehîdên serhildanê gelek hovane ye

12:10 - 29 Kanûna Paşîn 2026

Rêjîma Îranê bi jinavbirina aboriya Îranê, şiyana xelkê bo dabînkirina hewcehiyan ji nav biriye ku yek ji sedemên serhildana seranserî ya xelkê ye û piştre rêjîma Îranê mirovên bêtawan, bi hêceta beşdariya wan li xwenîşandana nerizayetiyê de binçav dike, dêxe bin îşkence û gefê.

Rêjîma hov gefa kuştinê li xelkê dike û heya niha jî bi nedan û bêserşûnkirina termê kuştiyan, malbatên wan azar dide.

Rêjîma Îranê malbatên kuştiyan xistine jêr givaşê ku îtirafkirinên çewt wajo bikin û idia bikin ku kesên wan yên bi destê rêjîmê hatinî kuştin, malbatên wan neçar dikin ku bibêjên kesê wan yê hatî kuştin, ser bi rêjîmê bûne û gef li wan xwarine hekî vê nekin, termên zarokên wan radest nakin an dê teraman bişewitînin.

Ev reftara rêjîmê xem û nerehetiya malbatên kuştiyan hide zêde kirine ku piraniya dayîk û bavên ku zarokên xwe ji dest dane, li ber vê îşkenca rûhî ya rêjîmê, tûşî nexweşiya hundirî bûne.