Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîma Îranê li bajarê Melekşayê de bi regbaran bersiva daxwaziyên xelkê dan

11:36 - 4 Kanûna Paşîn 2026

Hêzên hov ên rêjîma Îranê li bajarê Melekşayê, bi çekên şer û teqeya rasterast xelk kirine armanc û bi regbaran bersiva xwenîşanderên medenî dane ku ti alaveke berevaniyê jî nebûne û bi awayek hatine komkujkirin û pêka hinek amran heta 11 kes ji xelkê medenî li encama wan gullereşandinên rêjîmê de hatine şehîdkirin û dehan kes jî birîndar bûne ku rewşa wan hêj bi serastî nehatiye zanîn.

Li derheq rêjeya şehîdan li bajarê Melekşayê çend amarên cuda hatine belavkirinê û hinek amaran 8 şehîd û hinek amaran 11 şehîd ragihandine lê bi tevavî bas ji alozbûna rewşa wî bajarî û cihgîrbûna rewşeke tevav şer dikin û xelkê jî bo berevanîkirin ji canê xwe û malbatên xwe bi neçarî li hember vê hêza hov sekinîne.

Li halekê de dehan kes ji xelkê medenî bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatibûne veguhastin, rastî destnekevtina xwîn û pizîşkan hatin û hêzên rêjîmê hewla rêgirîkirin ji çona xelkê bo nav vê nexeşxanê û gihandina xwîna hewce bo birîndaran dabûn û heta hewla binçavkirina wan birîndaran jî dabûn ku rastî berxwedana tund a xelkê bajarê Melekşayê hatine.

Rêjîmê li bajarê Melekşayê de hemû hewla xwe bo kuştina xelkê daye.