Kurdistaniyan xwenîşandanek li welatê Bêljîkê bo piştevanîkirin li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê lidar xistin
Roja Çarşemî 28ê Kanûna Paşîn, xwenîşandanek berfireh ji aliyê Kurdistaniyan û çendîn rêkxiravên medenî bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Birûkselê paytexta Biljîkê, li ber deriyê Parlemana Ewropayê bi rê ve ço.
Ev xwenîşandan bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hejmareke berçav ji Kurdistaniyên her 4 aliyên Kurdistanê û xelkê welatê Biljîkê bi rê ve ço.
Li vê xwenîşandanê de xelkê welatê Biljîkê û çendîn endamên Parlemana Yekîtiya Ewropayê beşdar bûn û piştevaniya xwe bo Kurdên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bo bidestveanîna mafên xwe wek gelek, dane xuya.
Di vê Xwenîşandanê de beşdarbûyiyan bi hildanan û hilgirtina Ala Kurdistanê, sirûda netewiya “Ey Reqîb” xwendin û durûşmên netewî, piştevaniya xwe li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dane xuya û li beşeke din de çendîn kesayetiyên Kurdistanî û endamên Parlemanê axivîn û piştevanîkirina xwe li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dubare kirin.
Li dawiyê de xwenîanderan bi zimanê Kurdî û Ingilîsî, durûşmên şoreşvanî ên wek “Jin Jiyan Azadî” Rojava Rojhilate, Kurdistan yek welate, dan û dawî bi xwenîşandanê anîn.
Di heyamê çend rojên derbasbûyî de, li piraniya welatên cîhanê de Kuran bi lidarxistina xwenîşandanên berfireh û girseyî, yekîtî û yêkdengiya xwe dane xuya û dengê bêmafiya gelê Kurd û wan êrîşên ku li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li ser gelê me ne, gîhandine guhê civatgeha cîhanê û bala wan bo aliyê pirsa Kurd rakêşan.