Wezîrên Derve yên welatên endam li Yekîtiya ewropayê li roja Pêncşemî 29ê kanûna Paşîn, li derheq tomarkirina navê spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî ya vê Yekîtiyê, lihev kirin.
Ev biryara siaysî li dema kombûna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewroppayê li bajarê Birûkselê, hate dan. Pêka ragihandina çavkaniyên siaysî, tê çavrêkirin ku li rojên bê de rêkarên yasayî û erêkirina fermî ya vê biryarê bê tevavkirin.
Welatên endam li Yekîtiya Ewropayê, çend demjimêran berî niha, katalogek nû li dorpêçên bi dijî hejmarek kes û damezraveyên ser bi rêjîma Îranê xistine warê cîbicêkirinê.
Şirovekarên siaysî, vê pêngawê bi nîşaneyek bo zêdedbûna givaşên navnetewî bo ser pêkhateyên ewlehî û serbaziyên Îranê dihesibînin û li ser vê baweriyê ne ku tomarkirina spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî, dikare encamên aborî, siaysî û yasayiyên berfireh li pey xwe bîne.