Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reftara Yerkîtiya Ewropayê digel spaha pasdaran dê hevşêweyê reftar digel DAÎŞ û Elqaîdê be

00:53 - 30 Kanûna Paşîn 2026

Piştî bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, “Kaja Kallas” Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ev biryar, spaha pasdaran li rêzeya DAÎŞ, Hemas, Hizbullah û Elqaîdê de daniye.

Herwisa navbirî ragihand ku li Îranê de tepesertkirina bi sam a neraziyan ji aliyê rêjêmê, xisarên canî yên gelek giran hebûye, Yekîtiya Ewropayê pêştir jî dorpêçên berfireh bi ser rêjîmê de tomar kiribûn lê endamên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku spasha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstê de tomar bikin, kesên ku kiryarên terorîstî dikin, dibe wek terorîst digel wan reftar bê kirin.

Herwisa “Kaja Kallas” ragihand ku tepeserkirin, bê bersiv namîne û pêka biryara vê Yekîtiyê, rêjîma Îranê tevaviya kesên ku bê tawan binçav kirine û yên wek xelkê Ewropayê yên binçavkirî li Îranê, azad bike.