Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li derheq biryara Yekîtiya Ewropayê bona bi terorîst nasandina Sipaha Pasdaran a rêjîma îranê

09:41 - 31 Kanûna Paşîn 2026

Yekîtiya Ewropayê piştî çend salan nîqaş û nirxandin li ser bi terorîst nasandina Sipaha Pasdaran, di dawiyê de roja Pêncşemê 9ê Rêbendanê, wezîrên derve yên vê yekîtiyê biryar dan ku Sipaha Pasdaran bixin nav lîsteya rêxistinên terorîstî de. diyar e ku berê jî welatên Amerîka, Kanada, Ustralya, Lîtwanî, Ekwador û Paraguay jî, Sipaha Pasdaran bi tewawî xistibûne nava lîsteya rêxistinên terorîst de, herwisa Erebistan, Behrêyn û Arjantînê jî Sipaha Quds, baska leşkerî ya derveyî ya Sipaha Pasdaran, xistibûne nava lîsteya terorê de.

Ev biryara Yekîtiya Ewropayê, ku helwêst û biryara 27 welatên endam ên nava Yekîtiya Ewropayê de ye, wekî bertek li derheq tepeserkirina bi xwîn a serhildana xelkê Îranê di nerazîbûnên meha Befranbarê deye ku bi hezaran xwenîşanderên nerazî bi çekan hatine kuştin û jiyana wan ji wan hat standin.

Sipaha Pasdaran, ku piştî demeke kurt ji serkeftina şoreşa gelên Îranê di sala 57’an de bi fermana Xumeynî ji bo parastina şoreşa Îslamî hate damezrandin, bi dirêjahiya 47 salên desthilatdariya rejîmê de di tepeserkirina hemû nerazîbûn û xwenîşandanên navxweyî yên Îranê de rolek sereke lîstiye, herwisa li derveyî welat jî sedan kes ji dijberên siyasî yên rejîmê teror kirine.

Sipaha Pasdaran yek ji wan hêzên sereke bû ku piştî fetwa û fermana Xumeynî êrîşî Kurdistanê kir û sedan trajedî, komkujî û hezaran cinayet û tawan li Kurdistanê afirandin. Newroza xwînîn a Sineyê di sala 58’an de, êrîş û dorpêça 24 rojan a bajarê Sineyê, kuştin û birîndarkirina hezaran kesan ji xelkê wî bajarî, her wiha qirkirin û komkujî li gundên Qarne û Qelatan û şewitandin û kawilkirina dehan gund û deverên din û koçberkirina xelkê din ên Kurdistanê, tenê beşek ji karnameya terorîstî ya Sipaha Pasdaran li Kurdistanê di salên destpêkî yên damezrandina wê rêxistinê ye.

Di dirêjahiya 47 salên çalakiyên Sipaha Pasdaran de, para herî mezin ji terorîzma dewletî ya Komara Îslamî ya Îranê û Sipaha Pasdaran ber Kurd û tevgera Kurdî keftiye, di nav tevgera Kurdî de jî bi taybetî Hizba Dêmokrat. Hîzba Dêmokrat û tevgera Kurdî 47 sal in li xeta pêşîn a şerê li dijî vê rêxistina terorîstî de ne.

Sipaha Pasdaran bi biryara berpirsên herî serve yên Komara Îslamî, li Viyenê li ser maseya gotûbêjê Dr. Ebdulrehiman Qasimlo, sikirtêrê giştî yê vê hîzbê, û herwisa li Berlîna Almanê, di restorana Mîkonosê de, Dr. Sadiq Şerefkendî, sikirtêrê giştî yê vê hîzbê, digel endamên şanda hîzba Dêmokrat, teror kirin.

Cinayetên Sipaha Pasdaran tenê bi tepeserkirina xelkê navxweyî yê Îranê re sînordar nabe, belkû li derveyî sînorên welat jî bi rêya Sipaha Quds û bi damezrandin û piştîvanîkirina gelek rêxistinên din wek Hizbullaha Lubnanê, û bi desttêwerdan di karûbarên navxweyî yên welatên herêmê de, rasterast di kuştina sedan hezar kesan de berpirsiyar e û bûye sedema koçberbûn û derbederbûna milyonan kesan ji welatên wan.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî pêşwazîkirin ji biryara Yekîtiya Ewropayê, bona bi terorîst nasandina Sipaha Pasdaran, di wê baweriyê de ye ku ev biryar herçiqas dereng jî hatibe danê, biryarekî rast û bi cî ye.

Divê em ber bi rojên ku hemû ew kesên ku fermandar û encamdarên sereke yên kuştin û komkujîya xelkê bêdesthilat û bêberevan ê Kurdistan û Îran û welatên herêmê bûne biçîn û divê ev kes li dadgehên navxweyî û navneteweyî de li gorî cinayetên xwe bigihîjin sizayê cezayên xwe.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Karêgerî

10’ê Rêbendanê 1404