Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat: Em daxwaz ji hemû xelk û aliyên siyasî yên dêmokrat û azadîxwaz dikin ku yêkrêzî û yekgirtî li dijî rêjîma mirovkuj a Îranê bisekinin

11:38 - 4 Kanûna Paşîn 2026

Xelkê xebatkar û mafxwazên Kurdistanê!

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Kom û civatên mirovdost ên navnetewî!

Piştî derbasbûna çend rojan ji destpêkirtina nerizayetiya xelkê bêzarbûyê Îranê li hember rewşa xirab a jiyanê û sitem û dîktatoriya sepayî bi ser welat, tevî tepeserkirin û gefên rêjîmê, heta dem derbas dibe xwenîşandan berfirehtir dibin û bajar û deverên zêdetir tevlî vê tevgerê dibin.

Ev xwenîşandan ku li destpêkê de zêdetir aliyeke aborî hebû, bi derbasbûna dem, roj bi roj zêdetir bû û bû girseyekî giştî bo nîşandana daxwaziyên siyasî yên xelkê û bilindkirina durûşmên li pêxema mafên dêmokratîk û mirovî, Lê wek dihate çavrêkirin, digel reftara hovaneya rêjîmê û demûdezgehên tepeserkirinê rûberû bû. Lewma li encama hatina bivêraneya xelkê bo meydanê û tepeserkirina wan ji aliyê hêzên dijî gelî yên rêjîmê de heta niha dehan kes ji xelêkê bêtawan li bajar û deverên cur bi cur ên parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Luristan, Hemedan û deverên din ên Îranê de hatine kuştine an birîndarkirinê, Herwisa sedan kes jî ji aliyê hêzên tepeserkerên rêjêmê ve hatine revandin û bo îşkencegehan hatine veguhastin.

Li dawî mînaka wan tawankariyên rêjîmê de roja Şemî 3ê Kanûna Paşîn, li nerizayetiyên devera Melekşayî ya parêzgeha Îlamê, çendîn kes ji xelkê azadîxwaz ên deverê ji aliyê bi kirêgirtiyên rêjîmê ve hatine kuştin û birîndarkirinê. Tevî vê yekê jî, hejmara birîndarên bajarê Melekşayê gelek zêde ye û birîndar li odeyên niştergeriyê de rastî destnekevtina xwînê û pizîşkan hatine. Lewma xelkê vê deverê daxwaza bihawarçona lezgîn û gihandina alîkariyê bo dabînkirina pizîşk û xwînê bo birîndaran dikin. Hev dem û heta dema amadekirina vê daxuyaniyê, dever li rewşeke gelek aloz de ye, şer û levdan û teqekirina hêzên tepeserkerên rêjîmê li xelkê mafxwazê Melekşayî berdewam e, amara kuştiyan zêdetir dibin û dehan birîndarên li vê karesatê jî birînên gelek kur hene û jiyana wan kevtiye metirsiyê.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina tawankarî û komkujiyên komara îslamî bi dijî xelkê mafxwazên welatê me, nerizayetî û xebat bo guherîna vê rewşê bi mafê rew ya netewa me dizane û daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên dêmokrat û azadîxwaz dike kuyêkrêzî û yekgirtî li hember kawilkarî û tepeseriyên rêjîma mirovkuj a Îranê bisekinin û piştevanê xebat bo herifandina rêjîmê û dawîanîn bi sitem û dîktatoriya sepiyayî bi ser welatê me de bin. Hevdem Hizba Dêmokrat sersaxiyê dibêje malbatên serbilind ên şehîdên vê karwana mafxwaziyê û alxaîn e ku xwîna xortên vê niştimanê bi heder naçe û gelê me dê bigehe azadî û rizgariyê.

Herwisa em daxwazê ji hemû kom û civatên mirovdost ên navnetewî dikin ku bi hemû şêwazan bo gihandina alîkarî bi xelkê û tevgera azadîxwaziya netewên Îranê pêngawên hewce û lezgîn hildin û rêgirî li komkujkirina xelkê ji aliyê rêjîma komara îslamî bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Dsesteya Kargêrî

3ê Kanûna Paşîn a 2026 Zayînî