“Marco Robio”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê û “Tom Cotton” ê Senatorê payebilind ê Komarîxwazên Amerîkayê li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de daxwaz ji Serkomra demkî ya Vênêzoîlayê kirin ku pêwendiyên xwe digel rêjîma îslamiya Îranê qut bikin.
Herwisa Amrîkayê ev daxwaziya wek yek ji merceke Amerîka digel deshilata nû ya Vênêzoêlayê diyarî kiriye.
Piştî girtina “Nîkolas Madoro” ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, “Dêlsî Rodrîgêz” a cihgira serkomarê Vênêzoêlayê wek Serkomra demkî ya wî welatî hatiye ser kar û “Marco Robio” jî bi tekezî bi vê Serkomara demkî ya Vênêzolayê ragihand ku reftara Amerîka digel Vênêzoêlayê bi tevevî bi kar û helwîstên wan li hember rêjîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê ve girêdayî ye.
Ji aliyê Din ve Donald Trump ragihand ku piştî girtina Nîkolas Madoro, veguhastin û ticareta qaçax a madên hişber bo Amerîkayê bi dawî hatiye û kompaniyên neftî yên Amerîka dê careke din li pîşeya nefta vênêzoêlayê de karê xwe dest pê bikin.
Herwisa “Marco Robio” gotiye: “dibe em li benda paşerojê bin ka dê çi biqewime, ticaret û veguhastina qaçax a madên hişber dê berdewam be an ne, gelo rêjîma Îranê ji Vênêzoêlayê dê bê derxistin? Gelo Hizbullah û rêjîma Îranê şiyana berdewamkirina kiryarên xwe li dijî berjewndiyên Amerîkayê dê hebin an ne”.
Bi wî awayî, reftara Amerîka li paşerojê de digel berpirsên nû yên Vênêzoêlayê bi tevavî bi helwîstên wan li hember rêjîma Îran û Hizbullaha Lubnanê ve girêdayî ye.