Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sala 2025 de zêdetir ji 2 hezar û 200 girtî bidar vekirine

12:47 - 1 Kanûna Paşîn 2026

Pêka raporên belavbûyî yên mafên mirovî, rêjîma Îranê li sala 2025 a Zayînî de zêdetir ji 2 hezar û 200 girtî li girtêgehên xwe li 97 bajaran de bidar vekirine û rêjeya bidarvekirina li vê salê de zêdetir ji 2 qat zêdetir ji sala 2024  û 2 qat û nîv zêdetir ji sala 2023 û derdora 4 qat zêdetir ji sala 2022 ê bûye.

Herwisa rêjîmê li sala 2025 de zêdetir ji 64 jin li girtîgehên xwe de bidarvekirine ku derdora 2 qatê zêdetir ji sala 2024 e û bidarvekirinê li berçavê xelkê jî 13 halet bûne ku 3 qat zêdetir ji sala 2024 ê bûye.

Rêjîma Îranê bo fetisandina dengê mafxwaziyê li Îranê û tepeserkirina xelkê bi taybet gelên Kurd û Belûç, bidarvekirinê wek alavekê bi kar tîne.