Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sendîkayên kedkarî, malnişînkiriyan û rêkxiravên civakî piştevanî li serîhildana xelkê kirin

12:01 - 5 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya piştevanîkirina xelkê û aliyên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê sendîkayên kedkarî, malnişînkiriyan û rêkxiravên civakî bi belavkirina daxuyaniyek hevpar, tevî piştevanîkirin li serîhildana xelkê li hember rêjîma Îranê, tekezî kirin ku civaka Îranê li yek ji qonaxên herî hestiyar a dîroka xwe ya serdem de ye û eva ku li ser şeqaman tê dîtin berdewamiya serhildana sala 1401 a Rojî anku şoreşa Jînayê bi durûşma “Jin Jiyan Azadî”yê ye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku serîhildana niha ya xelkê, perde li ser cudatîdanînên binyatî, sivikatîkirina sîstematîk, tepeserkirina eşkere û hejariya sîstematîk, hil daye û daye xuya ku civak êdî amade nîne li jêr rêjîma bêdadiyê de jiyana sepandiya bi ser xwe de berdewam bike.

Wajokerên vê daxuyaniyê tevî îşarekirin bi hicaba bi zorê, apartayda zayendî û regezî, bersivdana bi gulleyan a rêjîmê, girtin û bidarvekirinê, ragihandine ku heta dawîanîn bi vê serhildana bi nîvemayî, dest ji tekoşîna xwe bernadin.

Sendîkaya Malnişînkiriyan, Encumena Berq û Filiz a Kirmaşanê, Kempêyna Bidar nevekin, Mafxwazan, Şêwreya Rêkxistina Nerizayetiyên Kedkarên Girêbestkar ên neftê, Şêwreya Rêkxistina Nerizayetiyên Kedkarên Nefermî yên Neftê (Erkanê Salis), Şêwreya Hevahengî ya Nerizayetiyên Perestaran û Nidayê Zenanê Îran, wajokerên vê daxuyaniyê ne.