Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê li encama tundûtîjiyên rêjîmê gelek şehîd û birîndar li pey xwe anîn

16:37 - 5 Kanûna Paşîn 2026

Piştî destpêkirina xwenîşandanên nerizayetî û destpêka serîhildana xelkê li hember rêjîmê, tundûtîjiyên rêjîmê gihîştine astekê ku gulle bi ser xelkê medenî de reşandin û li nexweşxaneya li bajarê Îlamê de bi awayekî çekdarane êrîşkirie ser nexweşxaneyê ku tejî birîndar bûn û hewla revandina wan birîndaran dane ku xelkê bi berxwedaneke micid rêgirî ji wan hêzên hov kirine.

Li berdewamiya bersivdana xelkê bi wan hovitiyên rêjîmê, xelkê bajarê Yasûcê li ber deriyê fermandariya rêjîmê kom bûn û dirûşma azadî azadî azadî dan û rû bi hêzên tepeserker dirûşma “bê şeref bê şeref” dan.

Li bajarê Qumê de jî xelk hate ser şeqaman û ciwanên bajar koktêyl molotof avêtine hêzên tepeserker ên rêjîmê û rêjîmê jî bi gaza bîber û batûnan bersiva wan daye û li hêzên rêjîmê li ber xelkê nerazî revîne.

Ji aliyê din ve 100an kes ji malbatên birîndaran li nexweşxaneya bajarê Îlamê de kombûn û tevî şerezarkirina êrîşa hêzên çekdar ên rêjîmê bo ser nexweşxanê dirûşma “bime Xamineyî” û “bimre rêjîma Îslamî” dan.

Ji aliyê din ve li çend taxên bajarê Têhranê ên wek nav bazarê û taxa Berqê de çend xwenîşandanên dûr ji hev bi rê ve çon û rêjîmê bi gaza bîber û batûnan êrîş kirie ser xwenîşanderan.

Herwisa li bajarê Melekşatyê de jî hêzên rêjîmê li hember xelkê nerazî û xwenîşanderan de gulleyên şer bi kar anîne û bi awayekî hovane dîsan gulle bi ser xelkê de reşandine.

Heta niha li 78 bajarên li 26 parêzgehan de xwenîşandan bi rê ve çone û zêdetir ji 980 kes hatine girtin û zêdetir ji 20 kes jî hatine kuştin ku pitira herî zêde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bûne.

Herwisa li bajarên din ên Îranê de jî bazariyan bo piştevanîkirin li serîhildana xelkê dukan û bazarên xwe daxistine, li bajarê Kirmaşanê de jî şeqam wek meydaneke şer bûn û hêzên rêjîmê bi cebilxaneya tevav û regbaran bersiva xwenîşanderan daye û xelk jî li hember wan sekinîne.

Herwisa li bajarê Lendenê li Birîtaniyayê, hezaran kes ji ciwanên Kurd bi taybet ên Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê balyozxanetya rêjîmê kombûne û tevî piştevanîkirin li serhildana xelkê, wek xelkê ser şeqaman dirûşma “bimre sitemger çi şah be çi rehber” dan.